Li Batmanê di maleke nav bajêr de termê zilamekî hat dîtin

09 September 2020 17:51 0 dîtin
Li Batmanê di maleke nav bajêr de termê zilamekî hat dîtin

PeyamaKurd – Li bajarê Batmanê yê Bakurê Kurdistanê, di nav maleke berdayî ya li taxa Bahçelîevler termê zilamekî hat dîtin.

Li gorî zanyariyan navê kesê ku termê wî hatiye dîtin Veysel Tyê 61 salî bûye û sedema mirina wî nehatiye zanîn.

Hat diyarkirin ku li ser giliyê welatiyan tîmên polîs û hawarçûnê çûne cihê bûyerê û termê wî bo otopsiyê rakirine Nexwexxaneya Dewletê ya Batmanê.