Li Bedlîsê 6 kesên karê qaçax yê koçberan dikirin hatin zîndanîkirin
PeyamaKurd – Li bajarê Bedlîsê li navça Tetwanê 6 kesên ku karê koçberan bi qaçaxî dikirin an ku bi pera koçberan dibirin deverên din, hatin desteserkirin. Li gor ragihandina parêzgehê tîmên beşa karê qaçax yên têkoşîna bi koçberan re û tîmên beşa sînor li Tetwanê di heman wextê de operasyon kirin.
Di operasyonê de kesên bi navên Ö.E, F.B, B.S, E.A, S.K. û İ.D, piştî îfadeyên wan hatin sitendin, wan derxistin dadgehê û dadgeh biryara zîndanîkirina wan da.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin