Li Bedlîsê operasyona PKK/KCK ê hat kirin

17 June 2020 01:15 0 dîtin
Li Bedlîsê operasyona PKK/KCK ê hat kirin

PeyamaKurd- Li ser îfadeyên kesên ku ji PKK ê hatibûn binçavkirin û li gor agahiyên îstîxbarî, tîmên cendirmeyan yê bi ser alaya cendirmeyan ya bajarê Bedlîsê, vê sibê zû avêtin ser çend mal û kargehan. Li navçeya Bedlîsê Hîzanê û li navçeya Xelatê bi sedema ku alîkariya PKK ê kirine 4 kes hatin binçavkirin.

Parêzgeha Bedlîsê ragihand ku di çarçoveya operasyonan de, li malan û ciyê kar geriyane û di encamê de 7 telefon, 7 kartên sim, 1 pirtûk, 1 dîsk, 4 DVD û 4 fişekên kleşnîkovê hatine girtin.

Sitendina îfadeyên kesên ku hatine binçavkirin dewam dikin.