Li Berlînê konvoya Tirkan bû sedema mirina Kurdekî 67 salî

28 June 2024 16:33 0 dîtin
Li Berlînê konvoya Tirkan bû sedema mirina Kurdekî 67 salî

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku 26 Hezîranê piştî ku tîma futbolê ya neteweyî ya Tirkiye li hember Çekyayê bi ser ket, Tirkên li Berlînê bi konvoyekê pîrozbahî kirn.

Di dema derbasbûna konvoya Tirkan de, otomobîleke ku Tirkekî 26 salî bi leza zêde diajot li kolana Karl-Marx ya Berlînê li welatiyê Kurd ê bi navê Saît T. yê 67 salî xist.

Hate zanîn ku ew welatiyê Kurd dema qezayê rû daye li cihê bûyerê can daye.

Malpera Civaka Azad – Navenda Têkiliyên Gel a Kurd a Almanyayê ragihandiye ku gumanbarê 26 salî tevî du  kesên ku di heman otomobîlê de bûn bi otomobîleke din ji cihê bûyerê reviyane û piştî saetekê xwe radestî polîsan kiriye.

Hate diyarkirin, ajokarê otomobîla ku li welatiyê Kurd xistiye û bûye sedema mirinav wî piştî lêpirsîna li navenda polîsan serbest hatiye berdan.