Li Berwariya karantinakirina gundê Sehêlê hat dirêjkirin

25 April 2020 00:26 0 dîtin
Li Berwariya karantinakirina gundê Sehêlê hat dirêjkirin

PeyamaKurd- Li bajarê Sêrtê li navçe ya Berwariya, li gundê Serhêlê (Tuzcular) berê bo gund karantina hatibû danîn lê îro ew karantina bo 7 rojên din jî hat dirêjkirin.

Biryar bi sedema berlêgirtina kovid-19 ê hat dayîn. Berê di gund de testên hin kesan posîtîv derketibûn û dema parêzgeh bi heyeta Hivzisihayê re şêwirî, bi sedema wext û pêwendiyên kesên bi koronayê ketine dan ber çav, karantînayê heya 30 yê nîsanê dirêj kirin.