Xezze | Îsraîl mirovan neçarî revê dike: Fermana tehliyeyê hat dirêjkirin

27 March 2025 10:05 0 dîtin
Xezze | Îsraîl mirovan neçarî revê dike: Fermana tehliyeyê hat dirêjkirin

PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê biryara tehliyekirina Filistîniyên ji taxên Ez-Zeytûn, Tel el-Hawa û Şêx Eclîn ên bajarê Xezeyê berfireh kir.

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee di parvekirina xwe ya li ser hesabê Xê de diyar kir ku herêma ku wê were valakirin ber bi rojhilat ve hatiye berfirehkirin û ji bilî taxên mijara gotinê herêma bajarê kevin jî di nav de ye.

Adraee anî ziman ku ev hişyariya dawî ya beriya êrîşê ye, îdia kir ku ji vê herêmê roket hatine avêtin.

Adraee got ku hewce ye ji vê herêma ku tê zanîn ku qelebalix e, derbasî başûr bibin.

NY: Di êrîşên dawî de 142,000 kes koçber bûn

Berdevkê Neteweyên Yekbûyî got ku berdewamiya fermanên valakirina Îsraîlê û astengkirina alîkariyên mirovî rewşa li Xezzeyê xirabtir dike. Herwiha got ku 142,000 kes dîsan koçber bûne piştî ku Israîlî dîsa dest bi êrîşên xwe li ser Xezzeyê kir û fermanên valakirinê ji sedî 17ê Xezzeyê girt.

Ji aliyê din ve Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz ragihand ku ew ê êrîşên dijwar li ser herêmên nû yên li Xezzeyê pêk bînin. Katz îdia kir ku Hamas can û malên Filistîniyên li Xezzeyê dixe xeterê.