Li Bîrecîkê qeza: 1 mirî û 2 birîndar
PeyamaKurd – Li bajarê Rihayê li navçeya Bîrecîkê 2 TIR lihev ketin û di encamê de kesê bi navê Süleyman Korkmaz (43) wefat kir û 2 kes birîndar bûn.
Qeza ber destê êvarê li ser rêya Riha û Bîrecîkê çêbû. TIR a ku Süleyman Korkmaz dajot, ji pare li TIR a ku İbrahim Öztürk dajot xist. Di encamê de 3 kes birîndar bûn. Tîmên îtfaiyê birîndaran ji TIR an derxistin û tîmên tenduristiyê birîndaran birin nexweşxana dewletê ya Bîrecîkê. Süleyman Korkmza li nexweşxanê wefat kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin