Di navbera Riha-Bîrecîkê de qeza: 4 mirî û 3 birîndar
PeyamaKurd – Li ser rêya Riha û Bîrecîkê di km ya 63 an de kamyoneta ku sebze barkirîbû û alavekî bazirganî lihev ketin û di encamê de 4 kes mirin û 3 kes birîndar bûn. Di qezayê de Nevzat Korkmaz, Meryem Korkmaz û Yakup Korkmaz li ciyê qezayê can dan.
Ajotvanê birîndar yê kamyoneyê Müslüm K. birin nexweşxana dewletê ya Sûrûcê, Hakkı, Salih û Nehsan Korkmaz birin nexweşxana dewletê ya Bîrecîkê. Ji birîndaran Hakkı Korkmaz li nexweşxanê wefat kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin