Li Brezîlyayê karesata lehiyê: Hejmara miriyan derket 169an!

29 May 2024 10:33 0 dîtin
Li Brezîlyayê karesata lehiyê: Hejmara miriyan derket 169an!

PeyamaKurd – Li eyaleta Rio Grande do Sul a Brezîlyayê hejmara kesên di lehiyê da jiyana xwe ji dest dan derket 169an, 56 kes jî wenda bûn.

Hat ragihandin ku niha 42 otoban, pir û kuçe di bin avê de ne û ji bo vegere rewşa asayî wê dem bigire.

Hat diyarkirin ku hejmara kesên di lehiya ku ji ber barana zêde ya li Brezîlyayê pêk hat de jiyana xwe ji dest dan derket 169an û hejmara kesên wenda bûn jî derket 56an.

Li eyaleta Rio Grande do Sul a li başûrê welêt ji ber lehiyên ku ji ber barana ku ev 3 hefte ne bi bandor e zirara canî û malî zêde dibe.