Li Brîtanyayê ji depoyekê 80 hezar maske hatin dizîn
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bajarê Salford ê Brîtanyayê 80 hezar maskeyên pizîşkî ku bihayên wan 166 hezar sterlin bûn hatine dizîn.
Li gorî zanyariyên berdest, ew maskeyên hatine dizîn dê ji bo Xebatkarên Tendisrustiya Netewî (NHS) û aramxaneyan bihata bikaranîn.
Emnîyeta Manchesterê derbarê diziya maskeyan de daxuyaniyek da û diyar kir ku maskeyên hatine dizîn bi cûreya N95 in û ev yek tawaneke gelêkî mezin e.
Rayedarekî Polîsê Brîtanî li ser diziya maskeyan got, “Ew maskeyên hatine dizîn dê ji bo xebatkarên tendirustiyê û kesên rewşa wan a tendirustiyê di bin metirsiyê de bûn. Diziya maskeyan şokeke mezin e. Wisa diayr e ku bazareke qaçax a maskeyan heye û kesên ku ew maskeyên han dizîne bi awayekî dê wan ji dest derxin ango bifiroşin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin