Li çend deverên cuda 4 terorîstên DAISê hatin girtin

14 August 2021 11:01 0 dîtin
Li çend deverên cuda 4 terorîstên DAISê hatin girtin

PeyamaKurd – Li çend deverên Iraq û Herêma Kurdistanê, 4 terorîstên DAIŞê hatin girtin û bi fermana Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Mistefa Kazimî, şaneyeke taybet ji bo parastina stûnên elektrîkê tê pêkanîn.

Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê Yehya Resûl diyar kir; di çend operasyonan de hêzên Dezgeha Dije-Terora Iraqê 4 çekdarên DAIŞê li Kerkûk, Neynewa, Selahedîn û Enbarê desteser kirin.

Herwiha bi fermana Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Mistefa Kazimî, şaneyeke ewlehiyê ji bo parastina stûnên elektrîkê tê pêkanîn, ji ber ku di van çend mehên dawî de stûnên elektrîkê li deverên cuda cuda yên Iraqê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve têne teqandin.