Li Çewligê 2 otobusên rêwiyan wergeriyan!
PeyamaKurd – Li navçeya Karliova ya Çewligê di encama qezaya 2 otobusên rêwiyan de li cihên cuda 22 kes birîndar bûn.
Otobusa rêwiyan a bi plaqeya 12 AJ 444 a fîrmaya Cesûr Bîngolê ku nasnameya şofêrê wê nehat hînbûn, li cihê gundê Boncukgoze ya ser rêya Karliova-Erziromê ku berf û bager lê bi bandor bû qulibî. 15 kesên di otobusê de bûn birîndar bûn.
Birîndar bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çewligê.
Li herêma gundê Dortyolê ya ser rêya Karliova-Erziromê otobusa rêwiyan a bi plaqeya 42 ARG 61 a aîdî Metro Turizmê û nasnameya ajokarê wê nehat zanîn qulibî.
Di qezayê de 7 kesên di otobusê de bûn birîndar bûn.
Birîndar ji aliyê ekîbên tenduristiyê ve rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çewligê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin