Li Çinara Diyarbekirê xanî hilwesiya: 2 zarokan can da

05 April 2020 09:50 0 dîtin
Li Çinara Diyarbekirê xanî hilwesiya: 2 zarokan can da

PeyamaKurd - Li gundekî navçeya Çinarê ya Diyarbekir a Bakurê Kurdistanê, xaniyê kerpîçî yê malbateke ku deh kes tê de bûn bi ser wan de hilweşiya û 2 zarokan tê de can da.

Hat ragihandin ku li Gundê Bare yê navçeya Çinarê derengîya şevê xaniyê malbateke ku 10 kes tê de bûn hilweşiya, 8 zarok, dayîk û bavê wan di bin xaniyê herifî de man.

Bi hewlên gundiyan10 ferdên malbatê ji bin xirbeya xanî hatin derxistin û ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeya Çinarê ku ji wir jî bo nexweşxaneyên cuda yên Diyarbekirê hatin veguheztin.

Hat zanîn ku Guneş Demîroglû ya 14 salî û Dîndar Demîroglû yê 15 salî ku bi giranî birîndar bûbûn jiyana xwe ji dest dan û endamên din ên malbatê jî li nexweşxaneyan têne tedawîkirin.