Dîwana Fasê: Di erdhejê de 50 hezar xanî hilwesiyan

15 September 2023 01:18 0 dîtin
Dîwana Fasê: Di erdhejê de 50 hezar xanî hilwesiyan

PeyamaKurd – Li Fasê li Dîwana Qraliyetê di bin serpereştiya qralê Fasê Muhammedê 6em de civînekî taybet hat lidarxistin. Li gor ragihandina Dîwanê; mijara civînê; temînkirina ciyên hewandinê ji bo mexdûrên erdheja bi pileya 7an ya li Fasê û gihandina alîkariya mirovî ji bo wan bû.

Li gor ragihandina Dîwanê; li 5 herêmên Fasê li dora 50 hezar xanî xerab bûne û dewlet wê ji bo mexdûran ji bo her malbatekî 30 hezar Dîrhem ku dike 3 hezar dolar dê pere bide.

Ji bo malbatên xaniyên wan bi temamî hilweşiyane 140 hezar dirhem (14 hezar dolar), ji bo xaniyên qismen xerabûne 80 hezar Dîrhem ku dike 8 hezar dolar dê alîkariyê bidin.

Nehat gotin bê çend xanî bi temamî û çend xanî qismen hilweşiyane.