Li Fasê ji ber candayên erdhejê 3 roj sîn îlan kirin
PeyamaKurd – Li welatê Fasê ji ber candayên erdheja bi pileya 7an, ji bo sê rojan şîn hat îlankirin. Qralê Fasê 6em Muhammed, di civînê de, di welat de ji bo 3 rojan şîn îlan kir û dê alên welat jî daxînin nîvê.
Wezareta karên hundir ya Fasê ragihand ku jimara candayiyên erdehjê gihaye 1305an û ya birîndaran gihaye 1832an. Navenda erdhejê bajarê Marakeşê devera El-Hûzê ye û di bin erdê de di km.ya 7an de bi pileta 7 erdhej çêbûye. Bajarên ku kes lê mirine bajarên Marakeş, Azilal, Agadir, Varzazat û Chichaoua ne. Dewleta Fasê temamê derfetên xwe ji bo lêgerîn û rizgarkirinê seferber kir. Tîmên rigarkirinê bi zahmetî xwe digihînin ciyên erdhejê.
Serokê Tirkiyê Tayip Erdoğan peyama sersaxiyê belav kir û got ku di rojên weha de ew bi xelkê Fasê re ne û amade ne ku temamê derfetên xwe ji bo Fasê seferber bikin.
Li Fransayê herêmên Occitanie, Provence-Alpes-Cote d'Azur û Korsika ragihandin ku wê ji bo Fasê 1 mîlyon Avro bişînin.
Emîrê Qatarê Şêx Temim bin Hamed Al Sani ji bo rizgarkirin û lêgerînê tîmên xwe şand Fasê.
Dewleta Cezayîrê seha xwe ya hewayê ji bo Fasê vekir ku 2 sale seha xwe girtibû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin