Li Cindirêsa Efrînê 3 zarok hatin revandin

12 January 2024 17:38 0 dîtin
Li Cindirêsa Efrînê 3 zarok hatin revandin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li navçeya Cindirêsa bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê , 3 zarok hatine revandin.

Li gor agahiyên ku Ajansa nûçeyan a North Pressê ji polêsên leşkerî yên Tirkiyeyê wergirtine, li Cindirêsê di 24 demjimêrên dawî de 3 bûyerên revandina zarokan qewimîne.

Ajansê ragihand ku Aşiq Emûriyê 7 salî, Esad El-Uweyê 3 salî û Alaa Camûsa 3 salî tevî gelek xalên polîsên leşkerî û kamerayên çavdêriyê jî, ji taxên ku lê dijîn hatine revandin.

Piştî van bûyerên revandinê rû dan, malbatên zarokên revandî, serî li komên çekdar ên girâdayî Tirkiyeyê ku Cindirêsê kontrol dikin dan û giliyên xwe kirin. Lê belê heta niha, ji bo agahdarbûna rewşa van zarokan ti kar û xebat nehatine kirin.

Artêşa Tirkiyeyê û komên çekdarên ên girêdayî wê, di 20ê Kanûna 2018an de dest bi dagîrkirina Efrîn û gundewarên wê kirin. Piştî dagîrkirinê li vê beşa Rojavayê Kurdistanê bi sedan bûyerên binpêkirina mafê mirovn destpê kirin.