Li Efrînê 6 kes hatin revandin
PeyamaKurd - Navenda Belgekirina Binpêkirinan a li Efrîn-Sûriyê ragihand ku 6 kes ji aliyê komên çekdar ve hatin revandin.
Navendê daye xuyakirin, çekdarên bi ser Artêşa Tirkiyê ve Heysem Elî (41) û birayê wê Rifet Elî (36) yên ji Cindirêsê, kurê xaltîka wan Rifet Cem (45) ê ji gundê Berad ê bajarê Şêrawayê revandin.
Herwiha Navendê diyar kir ku Mensûr Xosanî û biryarê wî Mihemed Xozanî yên ji Derayê jî ji aliyê çekdaran ve hatine revandin.
Li gorî navendê, çekdarên Sultan Silêman Şah (Emşat) li gundê Mermitik ên Şiyê jî hin kes revandin e, lê hejmara wan diyar nebûye.
Dîsa çavkaniyekî xwecih diyar kiriye ku çekdaran li bajarê Ezazê Riyad Hesen (42) ê ji gundê Telefê yê başûrê rojavayê bajarê Efrînê revandiye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin