Li Efrînê 6 kes hatin revandin: 3 ji wan bi 600 dolarî hatin berdan

21 July 2024 08:27 0 dîtin
Li Efrînê 6 kes hatin revandin: 3 ji wan bi 600 dolarî hatin berdan

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku di nav hefteya borî de komên çekdarên li herêma Efrînê bicih bûne 6 welatî revandine.

Li gorî çavkaniyên heremê “nobetdarên sînor” 6 welatî li nêzî gundê Kurdo yê bajarokê Bilbilê revandin ku 3 ji wan welatiyên revandî ji Efrînê ne.

Navê kesên hatine revandin hate eşkere kirin: Heysem Nezmî Seîd ji xelkê Cindirêsê, Hikmet Cemîl Henan û Mihemed Mistefa Osman ji xelkê Mabeta.

Mihemed Zeyd û Mihemed El Ebsî ji Dera û Husam El Nehas ji Humsê ye.

Hate diyarkirin ku piştî 2 rojan li beramberî 600 dolarî Mihemed Zeyd , Mihemed El Ebsî û Husam El Nehas hatine berdan, lê çekdaran ew 3 welatiyên din birine cihekî nediyar.