Li Çiyayê Agirî lingê çiyagerê Hollandî sikest

20 July 2024 23:00 0 dîtin
Li Çiyayê Agirî lingê çiyagerê Hollandî sikest

PeyamaKurd – Li Çiyayê Agiriyê, çiyagerê Hollandî di dema hildikişiya çiya lingê wî şikest û tîmên tenduristiyê wî birin nexweşxana li Bazîdê ya dewletê ya bi navê Dr. Yaşar Eryılmaz.

Du çiyagerên din bi sedema mij û bamiştê di bilindahiya 5.050 metreyan de asê bûn. Ji bo her du kesên asêmayî xeberê dan 112an navenda lezgîn.

Çiyagerê Hollandî yê lingê wî şikest li ser pişta hespê heya 3.400 metre bilindahiyê daxistin û bi ambûlansê birin nexweşxanê.

Ji bo her du kesên wendayî cendirme û çiyagerên profesyonel ketin nav xebatê da bibinin û wan rizgar bikin.