Çiyagerên çûn bandeva Çiyayê Agiriyê, por û simbêlên wan cemed girt

26 September 2024 23:33 0 dîtin
Çiyagerên çûn bandeva Çiyayê Agiriyê, por û simbêlên wan cemed girt

PeyamaKurd – Tîma lêgerîn û rizgarkirinê ya bajarê Konya hilkişiya Çiyayê Agiriyê û xwe gihandin bendeva çiya. Çiyager di bin barîna berfê û hewa sar de hilkşiyan û por, simbêl û birûyên wan cemed girt.

Çiyayê Agiriyê ji bo çiyavanan daîma balkêşe ji ber serê çiya sal 12 meh berfe û ji deryayê 5137 metre bilinde. Çiyayê Agiriyê li Kurdistanê û Anedolê çiyayê herî bilinde.

Çiya, ne tenê ji bo çiyagerên Kurdistanê û Tirkiyê lê ji bo çiyagerên dinyayê jî balkêşe. Ji ber hinek kes bawerin ku keştiya Hz. Nûh li Çiyayê Agiriyê ye.