Her dû çiyavanên ku li Çiyayê Agiriyê wenda bûn, cesedên wan hat dîtin
PeyamaKurd – Her dû çiyavanên ku di 20ê Tîrmehê de dema derketibûn Çiyayê Agiriyê di metra 5.050an de bi sedema mij û bamiştê asê mabûn û wenda bûbûn, cesedên wan hat dîtin.
Li ser wendabûna çiyavanan, AFAD, UMKE, tîmên cendirmeyan, 34 çiyavan bi temamî 65 kes li çiyavanên wendayî digeriyan. Niha piştî cesedên wan dîtin, xebata daxistina cesedan dewam dike ji ber çiyayê Agiriyê gelek asê ye û hem bilinde.
Cenazên wan îro serê sibê di bilindahiya 4.900 metreyan de hatiye dîtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin