Cesedên her 2 çiyavanên Îtalyanî hatin dîtin

27 December 2024 23:47 0 dîtin
Cesedên her 2 çiyavanên Îtalyanî hatin dîtin

PeyamaKurd – Çiyavanên Îtalyanî hilkişiyabûn Çiyayê Alpan û 5 roj berê ji ber şertên hewayê û arazî wenda bûn û piştî lêgerîna wan ya 5 rojan gihan cesedên her 2 çiyavanan.

Tîmên lêgerîn û rizgarkirinê cesedan ji deverê derxistin. Tevî şertên xerab yên hewayê jî helikopter û çiyavan tevlî lêgerîna cesedan bûn. Her 2 çiyavan li Alpan hilkişiyabûn çiyayê Gran Sassoyê.