Li Myanmarê 30 cesedên sewitî hatin dîtin

26 December 2021 00:54 0 dîtin
Li Myanmarê 30 cesedên sewitî hatin dîtin

PeyamaKurd – Li welatê Myanmarê di 1 ê sibata par de artêş dest danîbû ser rêvebiriya dewletê û her roj komkujiyekî li Myanmarê çêdibe. Komkujiya herî dawiyê tê gotin ku artêş 30 kesan kuştiye û nav wan de zarok û jin jî hene.

Bûyer li eyaleta Kayînê li bajaroka Hprûsoyê nêzê gundê Mo Soy ê çêbûye. Di nav 3 alavan de cesedên jin, zarok û mirovan hene ku dike 30 kes.

Rêxistina mafê Mirovan ya grûba Karen dibêje ku artêş bûyerê kiriye û cesedên şewitandî yên kesên ku ji ser şûn û warên xwe hatine kirin. Grûb li ser komkujiyê weha got:

“Ew kuştinên di derveyê mirovahiyê de û wahşiyane em şermezar dikin.”

Medya dewletê jî dibêje ku muxalifên dewletê ji aliyê artêşê de hatine kuştin û bi konwoyekî ji 7 alavan bipêşde diçûn û tevî hişyariya hêzêna sayîşê ranewestiyane.

Hêzên Parastinê yên Netewî yên Karenniyê dibêje ku kesên hatine kuştin ne endamên wanin û xelkê sîvîlin.