Di nav daristanên sewitî de termê 18 kesan hatin dîtin

22 August 2023 20:10 0 dîtin
Di nav daristanên sewitî de termê 18 kesan hatin dîtin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku di nav daristanên şewitî yên bakurê rojhilatê Yûnanistanê de, termên 18 kesan hatin dîtin.

Tê gotin ku dibe ew termên hatine dîtin yên koçberên neyasayî bin û ji ser Tirkiyê ve gihiştibin herêmê û di şewata daristanan de can dabin.

Berdevkê Rêveberiya Agirvemirandinê ya Yûnanistanê Yannis Artopios, îro 22yê Tebaxê ragihand, 18 term li daristana Dadia ya li bakurê rojhilatê Yûnanistanê û li nêzîkî sînorên Tirkiyê hatine dîtin.

Yannis Artopios gotiye, ew cihê ku term lê hatine dîtin, xala derçûna piraniya koçberên neyasayî ye ji bo nav axa Tirkiyê.

Hêjayî gotinê ye, hê jî şewatên daristanên bakurê rojhilatê Yûnanistanê li herdu giravên Evia û Kythnos ên li bakurê Atînayê dewam dikin û ji ber bayê bihêz û germahiya 41 pile, şewata li daristanan gurtir dibe.