Li Colemêrgê 12 herêm heya dawiya salê hatin qedexekirin
PeyamaKurd - Li bajarê Colemêrgê 12 herêm heya dawiya salê wekî herêmên taybet ên ewlehiyê hatin ragihandin.
Walîtiya Colemêrgê ragihand ku, li bajarê Colemêrgê yê bakurê Kurdistanê ,12 herêm heya dawiya salê, wekî herêmên taybet ên ewlehiyê hatine ragihandin û li wan herêman çûn û hatina mirovan jî hatiye qedexekirin.
Li gorî daxuyaniya Walîtiya, 12 herêmên li navçeyên Çelê, Şemzînan, Gever û Rûbaroka Colemêrgê, wekî herêmên taybet ên ewlehiyê hatine ragihandin.
Li gorî wê biryara walîtiyê, heya dawiya salê li wan herêman çûn û hatina welatiyan jî hatiye qedexekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin