Li Colemêrgê bo 15 rojan qedexeya civîn û xwepêsandanan hat ragihandin
PeyamaKurd – Parêzgeriya Colemêrgê bo 15 rojan qedexeya civîn û xwepêşandanan hat ragihandin. Li gor parêzgehê, meş, xwepêşandan, tevgerên rûniştinan, ragihandina çapemeniyê, greva birçîbûnê, vegirtina konan, danîna stendan û çalakiyên weka wan bo 15 rojan hatine qedexekirin.
Qedexe ji 17 ê adarê siet di 00.01 ê heya roja 31 ê mehê siet 23.59 an dewam dike û qedexe bo bajêr û hemû navçeyên wê ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin