Li Colemêrgê qedexeya 15 rojan hat ragihandin
PeyamaKurd - Li bajarê Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê, 15 rojan hemû cûre çalakî hatin qedexekirin.
Li gor daxuyaniya ji aliyê Parêzgariya Colemêrgê ve hatiye belavkirin, ji îro Pênceşemê 3yê Îlonê heta 17ê Îlona 2020an, li sînorê wê parêzgehê û bajarok û navçeyên wê, civîn, xwepêşandan, meş, grev, vedana çadir û standan û hemû çalakiyên wiha hatine qedexekirin.
Di daxuyaniyê hat diyarkirin, armanca vê biryarê parastina bingehên komarê, yekparçeyiya xelk û axê, parastina maf û azadiya welatiyan û rêgirtin e li tavan û tevlîheviyan û herwiha belavbûna vîrusa Koronayê ye.
Zêdeyî çar salan e bi biryara Parêzgariyê, li navenda parêzgeha Colemêrgê, navçe û bajarokên wê, bi hincetên cuda qedexe tê ragihandin û hemû cûreyên çalakiyan tên qedexekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin