Li Sirnexê qedexeya 15 rojan hate ragihandin
PeyamaKurd - Li bajarê Şirnexê deverên çiyayê Cûdî, çiyayê Gabbar, Dolê û Dêriyê Zêr heremên taybet ên ewlekariyê ji bo 15 rojan hatin ragihandin.
Parezgariya Şirnexê îro 28ê Cotmehê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand: “Ji bo dabînkirina ewlekariya netewî, parastina nîzam û ewlekariya giştî, nehîştina tawanan, parastina maf û azadiyên bingehîn û nîzama giştî, rêgirtina li bûyerên tundiyê û her rewşeke neyînî, li herêma çiyayê Cûdî ku di nav sînorên Navçeya Navendî ya Şirnexê û navçeyên Silopî û Cizîrê de ye, çîyayê Gabarê aliyê dikeve sînorê navçeya Basa û herwiha herêmen Dolê û Kela Memê, Dêriyê zêr ku di navbera Qilaban û Elkê de ye, di navbera 29ê Cotmehê û 13ê Mijdara 2024an de, Herêma Ewlekariya Taybet hatiye destnîşankirin û ji bo 15 rojan çûnûhata wan hatiye qedexekirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin