Li Sirnexê qedexeya 5 rojan hate ragihandin
PeyamaKurd – Li bajarê Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê, ji bo hemû çalakiyên wekî xwepêşandan, civînên çapemeniyê, meş û grevan 5 rojan qedexe hate ragihandin.
Parêzgariya Şirnexê ragihand, li navenda parêzgehê û li navçeyên Silopiya û Cizirê ji 27ê Tîrmehê heta 31ê Tîrmehê 5 rojan hemû cure civîn, xwepêşandan, meş û grev, vedana konan û çalakiyên din hatine qedexekirin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, “Bi armanca parastina bingehên sereke yên komarê, yekparçeyiya dewlet û netewe, binpênekirina maf û azadiyên kesên din, ewlehiya xelkê û anîna aramiyê, rêgirtina li tawanan, parastina maf û azadiyên xelkê, rêgirtin li her bûyereke din biryara qedexeya xwepêşandan û çalakiyên wiha hatiye dayîn.”
Hate diyarkirin ku biryara qedexeyê ji derveyî çalakiyên fermî yên parêzgar û qeymeqam destûrê didin e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin