Li Sirnexê qedexeya 15 rojan hate ragihandin

29 September 2023 18:40 0 dîtin
Li Sirnexê qedexeya 15 rojan hate ragihandin

PeyamaKurd - Li bajarê Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê ji bo 15 rojan qedexe hat ragihandin.

Parêzgariya Şirnexê ragihand ku li herêmên Çiyayê Cûdî, Besta, Çiyayê Gabarê, Çiyayê Tenînê û hinek herêmên din 15 roj qedexe hat ragihandin.

Herwiha parêzgariyê ew herêm wekî “herêma ewle ya taybet” a demkî diyar kirin û ji çûnûhatinê re hatin qedexekirin.

Parêzgariya Şirnexê wekî sedema qedexeyê, pêşîgirtina bûyerên tundûtûjiyê û rewşên neyînî û dabînkirina ewlehiya neteweyî nûşan da. Wê qedexeya li wan herêman heta 12ê Cotmehê dewam bike.