Li Sirnexê qedexeya 7 rojan hate ragihandin
PeyamaKurd - Li bajarê Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê ji bo 7 rojan qedexeya xwepêşandan û her cûre çalakiyan hate ragihandin.
Parêzgeriya Şirnexê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku li nav sînorên navenda bajarê Şirnexê û navçeyên wê her cûre çalakiyên cemawerî yên wekî meş, xwepêşandan, vedana konan, vekirina standan û daxuyaniyên çapemeniyê ji 22yê Mijdarê heta 28ê mehê hatine qedexekirin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku tenê destûr ji bo çalakî û bernameyên saziyên fermî wê bê dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin