Li çiya û zozanên Sirnexê qedexeya 15 rojan hate ragihandin
PeyamaKurd - Li bajarê Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê, li navenda bajêr û navçeyan, çûnûhatina 14 deveran bi dema 15 rojan hate qedexekirin ku piraniya cihên qedexeyê zozanên ajalvaniyê ne.
Di daxuyaniya parêzgariya Şirnexê de hatiye ragihandin, li 14 dever û çiyayên derdora Şirnexê û navçeyên wê yên Cizîr, Silopî, Basa, Qileban û Beytuşebabê qedexe hatiye ragihandin.
Wê qedexe îro 13ê Cotmehê destpê bike û heta 27ê mehê dewam bi navê “herêma taybet a ewlehiyê” dewam bike.
Parêzgariya Şirnexê wekî hinceta qedexeyê pêkanîna ewlehiyê, rêgirtina li bûyerên tundûtûjiyê û bûyerê bi wî rengî nîşan daye
Cihên ku hatine qedexekirin ev in: “Çiyayê Cudî, Devera Besta, Çiyayê Gur, Kureşîn, Girê Deriyê Dawetiyan, Kela Memê, Feraşîn, Zêrîne, Çiyayê Gabarê, Newala Sar, Çiyayê Încebel, Devera Oymakkaya û Devera Tenînê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin