Li Çiyayê Bagokê operasyon, li Nisêbînê jî qedexeya 15 rojan...
PeyamaKurd – Parêzgariya Mêrdînê ragihand ku li navçeya Nisêbînê ji bo 6 tax û gundewaran ji bo 15 rojan çûnûhatina welatiyan hatiye qedexekirin. Çavkaniyên herêmê radigihînin ku li Çiyayê Bagokê operasyoneke berfireh a leşkerî li dijî endamên PKKê hatiye destpêkirin û ev qedexe jî piştî wê operasyonê hatiye ragihandin.
Di daxuyaniya Parêzgariya Mêrdînê de hatiye diyarkirin, gundên Awşe, Bahmînin, Hîbab, Yol, Şekrîn û Elînê yên navçeya Nisêbînê wek “herêma taybet a ewlehiyê” hatine ragihandin û çûnûhatina welatiyan bo wan gundan 15 rojan hatiye qedexe kirin.
Hate ragihandin ku li wan deverên ku dikevin sînorê Çiyayê Bagokê ji 1ê Sibata 2024an heta 15ê Sibata 2024an wê qedexe berdewam dike.
Hate gotin ku qedexe ji bo “parastina ewlehiya neteweyî, silametiya giştî, rêgirtina li ber tawanan û her geşedaneke neyînî, parastina maf û azadiya kesên din” hatiye ragihandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin