Hêzên Pêsmerge li qûntara Çiyayê Qereçoxê operasyona kontrolê kir
PeyamaKurd – Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê ragihand ku wan ji bo ber li bermayiyên IŞİD ê bigrin, li qûntara Çiyayê Qereçoxê operasyon kirine. Operasyona wan bêhtir ya kontrolê bûye da ji bo di rojên pêş de ji Kurdistanê re nebe talûke.
Hêzên çekdar yên IŞİD ê her wext xwe li Çiyayê Qereçoxê digrin û wê derê weka baregeha êrîşa ser Kurdistanê ji xwe re bikartînin.
Ciyê kontrola Pêşmerge ji gundên Gawar û Xedircîce destpêkiriye û heya rêya Mexmûrê seh kirine deverê. Armanca operasyonê bêhtir ew e ku ciyên mayîna IŞİD iyan ji nav bibin û da di pêşde teorîst xwe li wê deverê bicîh nekin û ji wan re binke nemînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin