Hêzên Pêsmerge li Çiyayê Metîna bicih bûn
PeyamaKurd – Bi sedema bombebaranên Tirkiyê yên berdewam li nav sînorê Zaxoyê û bi tevgerxistina Hêzên Pasewanên Sînor ên Iraqê bo navçeyê, hêzeke Pêşmergeyên Zêravanî jî di asta fewcekê de ji doh Sêşemê ve li Çiyayê Metîna hat bicihkirin.
Cemal Emînkî, Supasalarê Pêşmerge derbarê bicihkirina wê hêza Zêrevanî ji Radyoya Rûdawê re ragihand, ev yemek car nîne ku hêzên Pêşmerge li navçeyên sînorî tên belavkirin ku hêz jî li navçyê kêm bûbûn ji ber şerê DAIŞê û heta radeyekê valahiya emnî li wan navçeyan çê bûye.
Sererkanê Hêzên Pêşmerge Cemal Emînkî ragihand, niha rewş baştir e û dibe bikarin sûd ji beşeke Hêza Pêşmerge bibînin û li çend cihên hestyar ên navçeyên sînorî bicih bikin.
Emînkî got, “Ew navçeyên ku valahî tê de çê bûye li nêzîkî Zaxo, hem Lîwaya 1 a Pasewanên Sînor li wan deveran çend xal girtine û herwiha Hêza Fermandariya Duhokê jî çend xal girtine.”
Sererkanê Pêşmerge destnîşan kir, hemahengî di navbera Hêza Pêşmerge û Hêza Pasewanên Sînor de heye û wiha axivî:
“Destpêka operasyona Tirkiyê şandeke bilind a Wezareta Berevaniyê ya Iraqê serdana wan navçeyan kiribû, ew dixwazin hemahengî di navbera Hêza Pasewanên Sînor û Hêza Pêşmerge de hebe.”
Artêşa Tirkiyê ji 15ê Hezîranê ve êrîş û bombebarana ser navçeyên sînorî berdewam dike ku heta niha bi dirêjiya 45-50 kîlometran û kûrahîya 15-30 kîlometran ketiye nav xaka Başûrê Kurdistanê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin