Li devera ku 2 Pêsmerge hatin sehîdkirin hêzên teqwiye hatin bicihkirin
PeyamaKurd – Terorîstên DAIŞê şeva borî êrîşê mîhwera Pêşmerge yi Pirdê ya dikeve nav sînorên Kerkûkê kir û 2 Pêşmergeyên bi navên Piştîvan Kakeyî û Xalid Teqteqî di wê êrîşê de şehîd bûn û hin Pêşmerge jî birîndar bûn.

Dije Terora Kurdistanê li ser hesabê xwe yê Facebookê ragihandiye, terorîstên DAIŞê li mîhwera Pirdê li herêma Zûgeziraw ya Kerkûk êrîşî ser fewca 2 ya Lîwaya 10a ya Wezareta Pêşmerge kiriye û di encama wê êrîşê de 2 Pêşmerge şehîd bûne. Di daxuyaniyê de sersaxî bo malbatan hat xwestin û hat gotin, wê rêxistina terorîst qet negihe armancên xwe û bi hevkariya Hevpeymaniya Navdewletî were jinavbirin.
Hat ragihandin ku piştî wê êrîşê hêzeke teqwiye ya Pêşmerge bo deverê hatiye şandin û terorîstên DAIŞê piştî bersivdana hêzên Pêşmerge reviyane ku operasyona li ser terorîstan berdewam dike.
Hêjayî bibîrxistinê ye, di nava 2 hefteyên dawî de êrîşên DAIŞê zêde bûne û di wan êrîşan de herî kêm 20 kes ji hêzên Iraqê, milîsên Heşdî Şabî û xelkê sivîl hatine kuştin ku herî kêm 30 kes jî birîndar bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin