Wezareta Pêsmerge li ser bicihbûna hêzên Pêsmerge li Lihêbanê daxuyanî da: Xelkê gund vegeriya malên xwe

06 December 2021 16:57 0 dîtin
Wezareta Pêsmerge li ser bicihbûna hêzên Pêsmerge li Lihêbanê daxuyanî da: Xelkê gund vegeriya malên xwe

PeyamaKurd - Wezareta Pêşmergeyên Kurdistanê derbarê bicihbûna Pêşmerge li gundê Lihêbanê de daxuyaniyek belav kir.

Wezareta Pêşmerge ragihand, hevahengî di navbera Pêşmergeyên Kurdistanê û artêşa Iraqê de heye.

Di daxuyaniya Wezareta Pêşmerge de hat gotn: “Îro 6/12/2021ê, hêzeke Pêşmergeyên Kurdistanê ji bo parastina serî û malên welatiyên Kurd gihîşt Lihêbanê.”

Wezaretê diyar kir: “Piştî gihîştina Pêşmerge nava gund, civînek di navbera fermandarên hêza Pêşmergeyên Kurdistanê û fermandarên Odeya Operasyonên Neynewa hate kirin, ji bo wê mebestê jî hevahengiya di navbera Pêşmergeyên Kurdistanê û artêşa Iraqê de heye.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, ev di demekê de pêk tê ku şeva 4/12/2021ê terorîstên DAIŞê êrîşî gundê Lihêbanê yê ser bi nehiya Sergeran li parêzgeha Kerkûkê kirin. Piştre jî gundî neçar bûn ji gund derkevin, lê îro hêzeke Pêşmerge çû nava gund û xelk jî vegeriya ser mal û milkên xwe.