Pêsmerge li ser Çiyayê Metîna Roja Ala Kurdistanê pîroz kir

16 December 2021 18:37 0 dîtin
Pêsmerge li ser Çiyayê Metîna Roja Ala Kurdistanê pîroz kir

PeyamaKurd – Di çarçoveya pîrozbahiyê 17ê Kanûnê Roja Ala Kurdistanê de, Pêşmergeyên Kurdistanê li ser çiyayê Metîna li devera Amêdî ya Duhokê roja Alaya Kurdistanê pîroz kirin.

Pîrozbahiyên Roja Ala Kurdistanê ji ber ku sibe 17 Kanûnê betlaneya fermî ye, îro 16ê Kanûnê dam û dezgehên fermî û sivîl dest pê kirin.

Li seranserê Herêma Kurdistanê pîrozbahiyên Ala Kurdistanê têne kirin û rêz li Ala Netewî ya Kurd re tê girtin.

Komek pêşmergeyên Kurdistanê jî bi wî minasebetê li ser çiyayê Metîna li devera Amêdiyê Alaya Kurdistanê bi dîwarê baregeha xwe ve daliqandin û hin Pêşmergeyan jî Alên Kurdistanê xistin stûyê xwe û pîroz kirin.