Ji bo diyarkirina Roja Pêsmergeyên Kurdistanê helmeta îmzeyan dan destpê kirin
PeyamaKurd - Li Akrê Saziya Navnetewî ya Pêşmerge bo karê mirovî, ji bo diyarkirina Roja Pêşmergeyên Kurdistanê helmeta komkirina îmzayan destpê kir.
Berpirsê ofîsa Akrê yê Saziya Navdewletî ya Pêşmerge Bêwar Husên ragehand: “Wek Saziya Navdewletî ya Pêşmerge ya karê mirovî li seranserê herêma Kurdistanê bi armanca destnîşankirina rojekî bo Pêşmergeyên Kurdistanê helmeta komkirinê îmzeyan destpê kiriye.”
Bêwar Husên got: “Bi rojane hemû ofîsên Saziya Navdewletî ya Pêşmerge ya karê mirovî li Kurdistanê destpê kirine ji bo komkirina îmzayan û armanca helmetê jî komkirina îmzaya bo diyarkirina rojekî bo Pêşmergeyên qehreman, ku her dem bûne mertal ji bo parastina al û destkeftiyên herêma Kurdistanê.”
‘’Wek hestkirin bi berpirsyartiyê û qurbanîdana Pêşmerge me ev helmet daye destpê kirin û piştre jî em ê bikin proje bo ku bi fermî li Kurdistanê Roja Niştimanî ya Pêşmerge bi yasayî be û bê destnîşan kirin.’’

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin