Hêzên Pêsmerge li Çiyayê Qereçoxê 13 sikeftên DAISê paqij kirin
PeyamaKurd - Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, bi hevkarî û piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî operasyonek li Çiyayê Qerçoxê li dijî terorîstên DAIŞê pêk anî û 13 şikeftên DAIŞê hatin paqijkirin û kontrolkirin.
Berpirsê rewşenbîrî û ragihandina fermandariya yekîneyên 80 ên hêzên Pêşmerge Lîwa Hesen Nûrî, bi daxuyaniyekê ragihand, operasyona dijî DAIŞê li Çiyayê Qereçoxê 48 demjimêran berdewam kiriye.
Hat diyarkirin ku operasyon bi hevbeşiya navbera hêzên komando yên Pêşmerge û hêzên hevpeymanî pêk hatiye û armanca wê rêgirtine çekdarên DAIŞê ye hewil didin li çiyayê Qereçoxê pêgehên xwe deynin.
Lîwa Hesen Nûrî got, di operasyona li çiyayê Qereçoxê de, hêzên Pêşmerge 13 şikeftên çiyayê Qereçûxê kontrol kirin û bêyî ti ziyana wan çêbe vegeriyane binkeyên xwe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin