Artêsa Tikriyê li Çiyayê Bagokê dest bi operasyonekê kir

30 March 2022 12:00 0 dîtin
Artêsa Tikriyê li Çiyayê Bagokê dest bi operasyonekê kir

PeyamaKurd Artêşa Tikriyê li Çiyayê Bagokê yê li Mêrdîna Bakurê Kurdistanê, dest bi operasyonekê kir.

Li gor zanyariyan, do di 29ê Adara 2022ê di saetên êvarî de,  Artêşa Tirkiyê li Çiyayê Bagok ê di nav sînorên navçeya Nisêbînê de, bi beşdariya bi sedan leşkeran dest bi operasyonê kirin.

Herwiha hat eşkerekirin, leşkerên Artêşa Tirkiyê di çarçoveya operasyonê de li navçeyê dest bi çêkirina çeperan kirin û ketin gundê Marînê yê li navçeyê jî û piştî demekê ji gund derketin.  

Herî dawî hat destnîşankirin ku heta niha li navçeyê tu rûbirûbûnek li navçeya operasyonê pêk nehatiye û leşkeran li wir dest bi kar û xebatên lêgerînê kirine.