Artêsa Tirkiyê bi besdariya 1,500 leskeran li Çiyayê Cûdî operasyon da destpêkirin
PeyamaKurd – Piştî qedexeya 22 deverên Şirnexê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê îro Sêşemê ragihand ku wan li dijî PKKê operasyonek li Çiyayê Cûdî daye destpêkirin ku navê wê jî “Operasyona Cudî Brûsk-1” e.
Cîgirê Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Mehmetî Ersoy bi Waliyê Şirnexê Alî Hamza Pehlîvan, Fermandarê Giştî yê Cendermeyan Orgeneral Arif Çetîn, Fermandarê Herêmê yê Cendermeyan Tumgeneral Ahmet Hacioglu û çend fermadarên artêşa Tirkiyê re, li Çiyayê Cûdî serdana leşkerên beşdarî operasyonê bûne kir.
Mehmet Ersoy ragihand ku artêşa Tirkiyê li hemberî PKKê “Operasyona Cudî Brûsk-1 daye destpêkirin ku hezar û 485 efser, leşker û cerdevan beşdarî operasyonê dibin.
Rayedarê tirk destnîşan kir ku wê operasyon li Çiyayê Cûdî û hemû cihên hesas û stratejîk berdewam bike.
Hêjayî gotinê ye qedexeya ku li 22 deverên Şirnexê bi mebesta operasyonê hatiye ragihandin îro destpê kiriye û heta 3 rojan berdewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin