Li Colemergê bo mehekê qedexe hat ragihandin
PeyamaKurd – Parêzgariya Colemergê ragihand ku bi hinceta operasyonên berdewam ên dijî PKK û FETO (PDY) bo mehekê hemû çalakiyên cemawerî hatine qedexekirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ji bilî çalakî û bernameyên parêzgarî û qeymeqamtiyê li hemû navçeyên Colemergê ji 17ê Tebaxê heta 15ê Îlona 2019an her cure çalakiyên cemawerî, daxuyaniyên çapemeniyê û bernameyên derve hatine qedexekirin.
Parêzgariyê herwiha bal kişand ser ku rêxistinên wekî; PKK, MKP, TKEP/L, MLKP sala 2016an di bin banê Tevgera Hevgirtî ya Gelan de bûne yek û 15ê Îlonê jî salvegera rêxistina MKPyê ye dibe çalakî bên kirin û yek ji sedema qedexeyê jî ew e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin