Li Fransayê ji bo mehekê qedexe hat ragihandin
PeyamaKurd - Li Fransayê ji ber pêla nû ya belavbûna vîrusa koronayê hikûmetê biryar daye ji bo mehekê qedexeya derketina derve li 16 herêman bê ragihandin.
Serokwezîrê Fransayê Jean Castex ragihand ku 20 Adarê qedexe destpê dike û ji bilî dibistanan û firoşgehên kelûpelên sereke, wê tevahiya cihên din bêne girtin.
Jean Castex da xuyakirin ku vîrûsa korona bi awayekî bilez li Fransayê belav dibe û sedema vê yekê jî cureyê nû yê korona ye ku pêşî li Brîtaniya hatibû dîtin.
Di 24 saetên borî de, li Fransayê 34 Hezar û 998 kes bi vîrûsê ketine û 274 kes jî mirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin