Li Colemêrgê qedexeya çalakiyan hate ragihandin
PeyamaKurd - Li bajarê Colemêrgê yê Bakurê Kurdistanê her cûre çalakiyên cemawerî û daxuyaniyên çapemeniyê ji bo 7 rojan hatin qedexe kirin.
Walîtiya Colemêrgê ragihand, bi armanca hêmanên bingehîn ên komar û dewlet û yekîtiya Tirkiyê, ji bo parastina maf û azadiyan, pêşîgirtina tawan û her cûre xirabiyên ku çêbibin û ji bo pêşîlêgirtina wan hin teddîr hatine wergirtin.
Hate diyarkirin, di nav sînorê Colemêrgê de ji roja 17ê Îlonê demjimêr 08:00ê heta 23.09.2023yê demjimêr 20:00ê bi giştî 7 rojan li cihên giştî çalakiyên wek xwepêşandan, civîn, çalakiyên rûniştinê, meş û kombûn, grevên birçîbûnê, çadir vedan û daxuyaniyên çapemeniyê, konser, şano, pêxistina meşalan, belavok û her cûre çalakiyên wekî wan hatine qedexekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin