Li Dêrikê dest bi çinîna birincê Qerejdaxê kirin

05 October 2024 20:28 0 dîtin
Li Dêrikê dest bi çinîna birincê Qerejdaxê kirin

PeyamaKurd – Li Diyarbekirê, li Dêrikê û Sêwerekê birincê Qerejdaxê bi nav û deng e. Miqdarekî zêde tê çandin. Birincê Qerejdaxê malê çandiniyê yê navbera Dêrik, Sêwerekê, Diyarbekir û Çinarê ye. Qerejdax di navbera navçên navborî de ye.

Li Dêrik a Çiyayê Mazî xelkê dest bi çinîna birince Qerecdaxê kir jî. Ciyê çandiniya birinc li Dêrikê ji bajêr 35 km dûr e û digihê qûntara çiyayê Qerejdaxê.

Piştî zihakirina birinc an ku çeltik, dibin fabrîkan, li wê derê diqeşêrin û paket dikin.

Lê li Dêrikê makîne nakeve nav araziye çeltikê. Mêr, çeltikê bi dest diçinin û jin çeltikê didin hev. Ji ber makîne nakeve nav çeltik, birincê wê ji aliyê mîneralan de gelek dewlemend e.

Fabrîkên paketkirinê li Diyarbekirê hene û Dêrikî birinca xwe dibin Diyarbekirê. Li gor nûnerê cotyarên çeltik yê Dêrikê Yılmaz; îsal bende ne ku 420 ton birinc bi dest bixin.

Birinc, ne tenê di nav welat de her weha dişînin derveyê welat jî.