Li Meletiyê dest bi çinîna mismisan kirin

03 July 2021 01:47 0 dîtin
Li Meletiyê dest bi çinîna mismisan kirin

PeyamaKurd – Bajarê Meletiyê bi hilberîna xwe ya mişmişan bi nav û denge û %90 mişmiş li Meletiyê tê hilberandin.

Li bajarê Meletiyê çinîna mişmişan destpêkir. Rêvebiriya Keştûkalî û ya Daristanan ya bajarê Meletiyê bi parêzgehê re bo destpêka çinîna mişmişan bernameyekî li navçeya Battalxaziyê amade kir. Parêzgerê Meletiyê Aydın Baruş tevlî bernameyê bû û bi hilberîneran re axifî. Parêzger Baruş ragihand ku hilberîner ji bihayê mişmişan yê îsal gelek razîne û weha got:

“Em ji mişmişan re dibêjin meyweya zêrîn. Gelkî bi qiymete. Hilberîner li gor tama devê mirov mişmişan hildiberînin. Li taxa me ya Yarimcaxanê dest bi çinîna mişmişan kirin. Xwedê bereketa xwe bixê. Em gelkî bextewerin ku hilberînerên me perê keda ku didin mişmişan distînin.”

Parêzger Baruş texmîna îsal ya tonaja mişmişên ziwa weka 86 hezar ton ragihand û bi bajarên din re bi temamî dê 94 hezar ton mişmiş bidest bixin.

Bajarê Meletiyê pêdiviya dinyayê ya mişmişan û berhemên wan %80 temîn dike û dişîne welatên derve.