Li Meletiyê komek koçberên Efxan hatin desteserkirin

20 April 2022 18:31 0 dîtin
Li Meletiyê komek koçberên Efxan hatin desteserkirin

PeyamaKurd-Li Meletiya Bakurê Kurdistanê, 32 koçberên Efxan hatin desteserkirin. Hat ragihandin ku koçber piştî kar û barên fermî, ji bo navendên pêwîst ên Meletiyê hatine veguhestin.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Rêveberiya Ewlekariya Meletiyê ve hat dayîn de hat ragihandin ku koma koçberan li navçeya Mestîkana Jêr a Meletiyê hatiye dîtin. Hat zanîn ku Efxanan  xwestine derbasî nav Meletiyê bibin. Efxanên ku ji aliyê polîsên Tirk ve hatin desteserkirin, piştî kar û barên fermî, ji bo Navenda Koç û Koçberan a Meletiyê hatin şandin.

Duh li Bedlîsa Bakurê Kurdistanê jî 110 koçberên Efxan hatibûn desteserkirin. Hat zanîn ku hatina koçberên Efxan ji Rojhilatê Kurdistanê ve berdewam e û her roj bi dehan koçber li bajarên Bakurê Kurdistanê tên desteserkirin.