277 koçberên Afganî ji ser Meletiyê hatin vegerandin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku 277 koçberên Afanî yên li bajarên cuda yên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hatibûn desteserkirin, ji ser bajarê Meletiyê ve bo Afganistanê hatin vegerandin.
Li gorî zanyariyan, 277 koçberên Afganî yên li bajarên din hatibûn desteserkirin û li navendên koç û koçberiyê hatibûn komkirin, bi rêya balafirgeha Meletiyê hatin vegerandin.
Hat zanîn ku wê balafira koçber tê de ne, li paytexta Afganistan Kabûlê deyne û wan radestî rêveberiya Talîbanê bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin