Erzerom | 272 koçberên Afxanistanî hatin vegerandin
PeyamaKurd – Li parêzgeha Erzeromê ya Bakurê Kurdistanê 272 koçberên Afxanistanî hatin vegerandin.
Rêveberiya Îdareya Koçê ya Erzeromê diyar kir, 9ê Çileya 2023an 272 koçberên ji Afxanistanê bi balafiran ji Balafirxaneya Erzeromê bo welatê wan hatine dersînorkirin. Herwiha her du balafir jî bo Kabila paytexta Afxanistanê hatine şandin.
Serokatiya Fermangeha Koçê ya ser bi Wezareta Navxwe ya Tirkiyê eşkere kiribû, di rojên 1 heta 5ê Çileya 2023an de li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hezar û 28 koçberên neyasayî hatine dersînorkirin ku 477 ji wan Afxanî, 11 Pakîstanî û 540 koçberên din ji welatên cuda bûne.
Li gor zanyariyan koçberên ku heta niha li navendên dersînorkirinê mane, 20 hezar û 497 kes in. Ji vê hejmarê 5 hezar û 411 koçber Afxanî ne, 3 hezar û 866 Pakîstanî û 11 hezar û 220 koçberên din ji welatên cuda ne.
Li gor amaran, sala borî rê li ber 280 hezar û 206 koçberan hatiye girtin ku hewl dane derbasî nav axa Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bibin. Herwiha 236 hezar û 572 koçber hatine desteserkirin û ji wan 124 hezar û 441 koçber bo welatên wan hatine dersînorkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin